Giştî

Li Amedê çalakiyên Hefteya Tendurîstiya Gel dest pê kir

Li Amedê Hefteya Tendurîstiya Gel bi meşa ‘’Meşa Jiyana Tendûrîst’’ beşdariya Rêveberiya Tendûrîstiyê Dr.Mehmet Hakan Pamukçu dest pê kir.

AMED TIMES -  Her sal di navbera 3-9ên meha îlonê de ‘’Hefteya Tendûrîstiya Gel’’ bi çalakiyên cûr bi cûr tê pîrozkirin. Armanca van çalakiyan bala civakê bikşîne û hişyariyekê çêbike.

Hişyar be, chek-upa xwe bike, berî li penceşêrê bigre

Ji bo welatiyan xizmetê bide û check-upê bike li piraniya Amedê taybetî jî li wargehên Park 75 û Mizgefta Hz. Süleyman Kolana Tendûrîstiyê ava kirin.

Tansiyon, şekira xwînê, pîvana laş û kîloyê, karbonmonoksît div an standan de dê werin kontrolkirin, bijîşk, bijîşkê diranan, hemşire, ebe, pisporên zarokan, psikolog û diyetisyen dê xizmetê bidin.