AMED TIMES – Bûyer şev li navçeya Kayapinarê ya Amedê li cadeya Kayapinarê kolana 261an de çêbû. Li gorî îdeayan di navbera du kesan sedemeke nediyar bi peyvavêtinê dest pê kir û pevçûn mezin bû her du alî bi kulman û pêhnan li hev ketin. Di pevçûnê de 3 kes birîndar bûn. Bi agahdarkirina tîmên tendûrîstiyê û tîmên ewlehiyê kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyan û polis jî di derbarê pevçûnê de lêpirsîn da destpêkirin.
Li Amedê di navbera du koman de pevçûn
Li Amedê di navbera du koman de pevçûn derket di encama pevçûnê de sê kes birîndar bûn.
Dibe ku ev jî bala we bikişînîn