Li Amedê encama hilbijartinên ku hatibû betalkirin hate aşkerekirin

Li taxa Sariyazmaya li navçeya Surê ya Amedê hilbijartinên mixtariyê yê 31ê Adarê ji ber pevçûna ku derketibû hatibû betalkirin hat nûkirin. Encamên hilbijartinên nû hatin eşkerekirin.

AMED -Di hilbijartinên 31ê Adarê da li taxa Sariyazmayê ji bo mixtariyê pevçûn derketibû û dengên hilbijêran nehatibû jimartin. Hilbijartin bi biryara Liijneya Hilbijartinê ya Navçeyê hat nûkirin.

Li taxê namzeta mixtariyê Ziver Laleyê hemû dengan wergirt û bû mixtarê ya nû.