Hevşaredarê berê yê Erxeniyê hate girtin

6 siyasetmedarên ku roja 8ê Hezîranê li Amedê hatibûn desteserkirin hinceta “endamtiya PKKyê” ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

AMED - 6 siyasetmedarên ku roja 8ê Hezîranê li Amedê hatibûn desteserkirin hinceta “endamtiya PKKyê” ji aliyÊ dadgehê hatin girtin.

Li Amedê 8ê Hezîranê Hevserokê berê yê Şaredariya Erxeniyê û Hevserokê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya, alîkarên berê yên Şaredariya Erxeniyê Gulistan Polat, Esverî Malkoç û Cavîdan Yaman, Ramazan Kartalmiş û Fesîh Yalçin ji ber çalakî û daxuyaniyên di navbera 2014-2019an de bi hinceta “endamtiya PKKyê” hatibûn deseteserkirin.

Dadgeha Amedê bi hinceta “endamtiya PKKyê” derbarê 6 kesan de biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.

Li gor îdiaya dadgehê, siyasetmedarên Kurd “li ser daxwaza PKKyê çalakî kirine û daxuyanî dane medyayê.”