Giştî

Li Amedê ji bo Narîna winda li goristanê lêgerîna bin erdê hat kirin

Narîna 8 salî ew 15 roj in tu agahî ji wê nehatiye girtin xebatên lêgerîna wê berdewam in. Doh ji bo dîtina keçikê li goristana gund bi amûrên dîtbariya bin erdê lêgerîn hat kirin.

AMED TIMES – Gundê Çuliya ya girêdayî Baxlara Amedê Narîna 8 salî di 21ê tebaxê de ji kursa Quranê derket û venegeriya û heta îro jî lêgarîna wê berdewam e.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê di xebatên lêpirsînê de li goristana gund bi tîmên cendirmeyê bi amûrên dîtbariya binê erdê lêgerînê kirin.

Wesayitên ku diçin û tên gund jî tên gerîn û qeyda wan jî tên girtin.