Li Amedê wê ji roja şemiyê pê ve baranê bibare

Li gorî pêşbîniyên herî dawî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, ji dawiya hefteyê pê ve barana gur wê li Amedê bibare.

AMED TIMES-  Li gorî pêşbîniyên herî dawî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, ji dawiya hefteyê pê ve barana gur wê li Amedê bibare. 

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku ji dawiya hefteyê pê ve barana gur wê li Amedê bibare. 

Li Amedê ku di rojên dawî yên meha Nîsanê de germahiya hewayê gihîşt 33 pileyan, meha Gulanê bi hewaya zivistanê dest pê kir. 

Piştî ku hefteya borî germahî daket binê 20 pileyî, Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê dîsa ji bo Amedê hişyariya hewaya sar da. 

Li Amedê ji roja şemiyê pê ve hewaya sar û baran wê bi bandor be.