AMED TIMES -- Li Amedê welatiyekî bi demançeyê birayê xwe birîndar kir.
Li parkeke navçeya Peyasê ya Amedê di navbera M.A. û birayê wî Ş.A. de ji ber sedemeke nehat zanîn nîqaş derket.
Di encama nîqaşê de Ş.A. bi demançeyê gule li birayê xwe M.A. reşandin û ew birîndar kir.
Ş.A. piştî ku birayê xwe birîndar kir ji cihê bûyerê reviya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê M.A. veguhest nexweşxaneyê.
Hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina Ş.A. dest bi xebatê kir.