Giştî

Li Amedê li Sîteya 3yemîn a Pîşesaziyê şewat derket

Li Amedê ji ber sedemeke nedîyar li Sîteya 3yemîn a Pîşesaziyê şewat derket.

AMED TIMES -  Li Sîteya 3yemîn a Pîşesaziyê ya Amedê agir girt dikanekê û şewat berdewam dike.

Heta niha sedema şewatê diyar nebûye û dûxana êgir ji gelek deverên bajêr xuya dike.

Tîmên agirvemirandinê hewl didin agir vemirînin lê şewat heta vê kêliyê jî nehatiye kontrolkirin.

Li Siteya 3yemin a Pîşesaziyê ya Amedê agir girt dikanekê û şewat berdewam dike.