Li Amedê operasyon: 536 kîloyên madeya hişbir hatin girtin

Li Amedê 536 kîloyên madeya hişbir hatin girtin.

AMED TIMES- Li Amedê 536 kîloyên madeya hişbir hatin girtin. 

Derbarê vê mijarê de, Walîtiya Amedê ragihandin ku di encama operasyona dijî madeyên hişbir de li 2 xalan bi tevahî 536 kîlo esrar hatiye girtin.

Operasyon ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan ya Bajêr ya Amedê ve hat kirin û di encamên van operasyonan de, li 2 xalên ji hev cuda bi giştî 236 kîlo esrar hatiye bi dest xistin. 

Di encama operasyonê de hat diyarkirin di navbera rêxistina neyasayî û bazirganiya madeyên hişbir de pêwendî heye.

Di daxuyaniya walîtiyê de hat diyar kirin ku wê operasyonên bi vî rengî bidomin.