Giştî

Li Amedê pevçûna çekdarî

Li navçeya Peyasê ya parêzgeha Amedê di pevçûna bi çekan de 3 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, îro li çayxaneyeke taxa Firatê ya navçeya Peyasê ji ber deyn di navbera du grûban de nîqaş derket.Piştî demekê her du grûban bi çekan êrişî hev kir.

Di pevçûnê de 3 kes birîndar bûn.Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan birîndar rakirin nexweşxaneyên Amedê.