Li Amedê Rojên Ma Musicê bidawî bûn!

Li Amedê 6emîn Rojên Ma Musicê di 1ê hezîranê de dest pê kir û heta 12ê hezîranê bi çoşeke mezin berdewam kir. Di çarçoveya bernameyê de konser, performansên solo, dengbêjî, mezûniyeta xwendekaran û panel hatin lidarxistin.

AMED -  Li Amedê 6emîn Rojên Ma Musicê di 1ê hezîranê de li Qada Bajêr (Kent Meydani) dest pê kir û heta 12ê hezîranê berdewam kir. Di çarçoveya bernameyê de konser, performansên solo, dengbêjî, mezûniyeta xwendekaran û panel hatin lidarxistin.

Bernameya ku li Qada Bajêr bi şahiya şagirtên Ma Muzîkê dest pê kir di rojên cuda de li mekanên cuda û bernameyên  cuda berdewam kir.

6emîn Rojên Muzicê ya Ma Muzicê ku ji bo bîranîna Hunermend Rênçber Ezîz li dar xistin, fînala xwe bi konsera Koma Ma, li Navenda Kongreyê ya Sezaî Karakoçê bi dawî kir. Bi sedan kes beşdarî konserê bûn.

Konsera Koma Ma, bi strana Rençber Êzîz dest pê kir û bi çoş bi dawî bû.