Giştî

Li Amedê skandala şaredariyê: Serokê şaredariyê berê yê Ak Partiyê dê 80 salan girtigehê de bimîne.

Perokê şaredariyê berê ya navçeya Rêzan yê Amedê Hüseyin Beyoğlu naha jî derheqê serokê şaredariyê Çunguşê Zübeyir Arslanca doz hat vekirin. Gor îdenameya ku hatiye amadekirin serokê berê heta 80 salan dê di girtîgehê de bimîne.

AMED TIMESPiştî doza serokê şaredarî yê berê Hüseyin Beyoğlu naha jî di derheqê serokê berê yê şaredarîya Çunguşê Zübeyir Arslanca doz hat vekirin.

Li gor nûçeya Sözcüyê gor Wezareta Karên Hûndurîn Reveberiya Kontrolkirnê ji hela îdarî ve ji bo serokê şeradariya Çunguşê Zübeyir Arslanca û 14 kesan ji ber suca neheqî derxistina ser îhaleyan lêpirsin hat vekirin. Doz li Sawcitiya Komarê ya Amedê  û bi daxwaza girtîgehê ji 20 salan heta 80 salan hat vekirin. Gor îdenameyan şaredarî xebatên ku ser raporên fermî de nivîsandine nekirine yek ji wan xebata lêkirina kevirên parkeyan e ku li taxa Polatuşagi divê kevirên parkeyan lê bikin nehatiye kirin, li taxa Kulbasti jî divê 2.190 metresêcar kevir lê bikin tene 723metresêcar lê kirine. Taxên  Ûçpinarû Degirmensuyu bi heman awayê kevirên parkeyan kêm hatine lêkirin.