Giştî

Li Amedê zarokê ku di bin kamyonetê ma jiyana xwe ji dest da

Li Bismila navçeya Amedê zarokê 9 salî di bin kamyona ku apê wî dajot ma jiyana xwe ji dest da.

AMED TIMES –  Li taxa Aralikê ya navçeya Bismilê ya Amedê zarokê bi navê Y.C. tevî malbata xwe çû zeviyê bo çinîna balcanan, di bin kamyoneta ku apê wî A.C. dajot ma û jiyana xwe ji dest da. Li ser agahdarkirina 112an  tîmên tendûrîstiyê û cenderme sewqî cihê bûyerê kirin.

Zarokê birîndar rakirin nexweşxaneya Bismilê li wir jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê ajovan jî hat binçavkirin