Giştî

Li balafira Şirnexê panîka ‘Epilepsi’yê: Balafir bi lezginî hat xwarê

Balafira ji Şirnexê ku diçû Balafirgeha Sabiha Gökçenê ji ber krîza nexweşiya epilepsiye zarokê 5 salî bi lezginî li Balefirgeha Qeyserîyê hat xwarê

AMED TIMES-  Li gorî agahiyan balafira aîdê şîrketa A-Jetê ku biçe Balafirgeha Sabiha Gökçenê ji Şirnexê bi rê ket.

Piştî ku balafir bi rê ket zarokekî 5 salî nexweş ket. Mûdaxeleya ewil a ji aliye tîmên kabînê ve hat kirin û diyar bû ku zarok krîza epilepsiye derbas dike.

 Tîmên kabînê rewş ji pîlotê balafirê re gotin ji ber vê yeke pîlotê balafirê bi berpirsên Balafirgeha Qeyseriyê ve ket têkiliyê û ji wan daxwaza tîmên tendûristiyê xwest.

Piştî veya jî ji Balafirgeha Qeyseriyê îzna hatina xwarê ya balafirgeha wan xwest. Balafira A-Jetê bi awayekê bê pirsgirêk li Balafirgeha Qeyseriyê hat xwarê û zarokê ku kriz derbas kir bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.