AMEDTIMES- Pîkaba ku Medenî Îba diajot û plaqeya wê 06 FC 6240 e û TIRa ku Mehmet Şîrîn A. diajot û plaqeya wê 23 BF 009 e, li ser rêya Batman û Kozlukê texma gundê Kanîkê li hev qelibîn.Li ser agahdariya ambulans, îtfaiye, AFAD, UMKE û cendirme sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê da Medenî Îba (52) û Remziye Îba (58), Mensure Gulera ku di pîkabê de bûn, li cihê bûyerê jiyana xwe dest dan. Neslîha Îbaya (18) ku bi wesayîteke taybet rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Batmanê jî digel midaxeleyan jiyana xwe ji dest da
Hat gotin ku kesên di qezayê de mirin, ji Farqîna navçeya Amedê seba dewatê diçûn Mêrdînê.