Li Bedlîsê gundiyan dest bi çandina birinc kir

Li gundê Tibxiyê ya navçeya Hîzanê ya bajarê Bedlîsê ya dest bi çandina birinc hat kirin.

AMED TIMES- Li gundê Tibxiyê ya navçeya Hîzanê ya bajarê Bedlîsê ya dest bi çandina birinc hat kirin.

Birinc bi rê û rêbazên bav û kalan tê çandin ku bi sedan sal in hene. 

Tibxî 20 kîlometreyî dûrî navçeya Hîzanê ye û çandina birinc her sal van çaxan di mehên gulan û hezîranê de dest pê dike. 

Birinc bi rê û rêbazên bav û kalan tê çandin

Birinc bi rê û rêbazên bav û kalan tê çandin ku bi sedan sal in hene. 

Xelkê vî gundî alîkariya hev dikin, hemû bi hev re her roj li zeviya yekî dixebitin.

Despêkê ew berê avê didin ser mişarên birinc û paşê jî şiltokê birinc lê direşînin. 

Li ser rûberê 300 dekar zeviyî birinc tê çandin 

Li gundê Tibxiyê li ser rûberê 300 dekar zeviyî birinc tê çandin.