Li biharê baran zêde barî: Mozvanên li Amedê dê mehek şûnda herin zozanan

Li Amedê bi barana biharê ra çiya û deşt tijî kulîlk bûn û mozvanan koça xwe ya ber bi zozanan va heta meha hezîranê taloq kir.

AMED TIMES-   Li Amedê bi barana biharê ra çiya û deşt tijî kulîlk bûn û mozvanan koça xwe ya ber bi zozanan va heta meha hezîranê taloq kir.

Amed biharê bi deşt û nebatên xwe yên dewlemend va mazûvaniya mozvanan dike.

Salên borî ji ber hişkayî û hewaya germ li bajêr zêde baran nebarî û ji bo mozan têra xwe nebat û kulîlk çênebûn ku hingiv bê berhev kirin.

Lê îsal biharê baraneke xweş barî û mozvanên ku her sal di meha gulanê da diçûn zozanan wê îsal di hezîranê da herin ku mozên wan li ser kulîlkên deştê jî daynin.

Mozvan Mehmet Siddik Çagribayê ji Çewligê hatiye ji nûçegihanê AAyê ra got ew 15 sal e vî karî dike.

Çagribay anî ziman barana ku biharê dibare feydeyê dide kulîlkan û ev jî dibe sedem ku hingivekî baş bê bidestxistin.

Çagribay wiha axivî: "Heke baran nebare toza kulîlkan (polen) jî çênabe. Tozkulîlk çiqas zêde be, moz jî ewqas zêde û xurt dibin û hilberîn zêde dibe. Ji ber ku îsal baran barî moz wê kêfxweş bibin. Heke wiha here, hingivê kulîlkan wê têra xwe hebe."

Mehmet Gumuşê li herêmê mozvaniyê dike jî got ew zivistanê mozên xwe dibin Edeneyê ku moz belgên kulîlkên porteqalan bixwin û biharê jî tînin Amedê.