Li Çewlîgê êrîş: Kesek li firinê hat kuştin

Li bajarê Çewlîgê kesek li firinê bi çekê hat kuştin.

AMED TIMES- Li bajarê Çewlîgê kesek li firinê bi çekê hat kuştin.

Li gorî zanyariyên ber dest, B.O. (52) li firineke li Taxa Kulturê rastî êrişekê hat.

Tîmên tenduristiyê kesê ku ji çoga xwe û serê xwe birîndar bûbû rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.

B.O.yê ku birîna wî giran bibû li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. 

Ji bo gumanbar bigirin hêzên ewlehiyê dest bi xebatan kirin.