Li Çewlîgê otobus qulibî: Birîndar hene

Li navçeya Bongilanê ya Çewlîga otobuseke rêviyan qulibî û 14 kesên tê de birîndar bûn.

AMED TIMES - Li navçeya Bongilanê ya Çewlîga otobuseke rêviyan qulibî û 14 kesên tê de birîndar bûn.

Otobusa bi plakaya “34 FA 2698”ê  li ser rêya Çewlîg-Bongilanê ji kontrola ajokar derket û qulibî.

Gelek polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê her 14 birîndar rakirin nexweşxaneyên dewletê yên Çewlîg û Bongilanê.