Li Colemêrgê mînîbus wergeriya: 9 kes birîndar bûn

Li bajarê Colemêrgê, îro mînîbusek wergeriya û di encamê de 9 kes birîndar bûn.

AMED TIMES- Li  Colemêrgê, îro mînîbusek wergeriya û di encamê de 9 kes birîndar bûn.

Li nêzîkî heman cihê, barhilgireke petrolê jî wergeriya.

Li ser rêya Colemêrg û Wanê, mînîbusa şofêrê wê Haci Înal ji rê derket û wergeriya. 

Di encama bûyerê de 9 kesên di mînîbusê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Herwiha 300 metreyan nêzîkî cihê bûyerê barhilgireke petrolê jî wergeriya. 

Barhilgir û mînîbus ji rê hatin rakirin.