Giştî

Li Dêrsimê otomobîl û kamyon li hev qelibîn: 2 mirî û 6 birîndar

Li parêzgeha Dêrsimê otomobîl û kamyonek li hev qelibîn û di qezayê de 2 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.

AMEDTIMES- Otomobîla ku plaqeya wê 12 ACC 814 ye û nasnameya şoforê wê hîn nehatiye kifşkirin û kamyona ku nasnameya şoforê wê û plaqeya wê ne diyar li ser rêya Dêrsim û Erzinganê li  Pireya Pahê li hev qelibîn.

Di qezayê de 3 jê zarok 8 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tennduristiyê, AFAD, îtfaiye û polîs çûn cihê qezayê.

Birîndar bi destê ekîban ji otomobîlê hatin derxistin û yîmên tenduristiyê ew bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

 Ji birîndaran 2 kes tevî midaxeleyan xilas nebûn û canê xwe ji dest da.