AMED TIMES- Li deverên bilind ên Îdir û Agiriyê di meha gulanê da berf ket.
Li Agiriyê seranserê hefteyê barana gur barî, li deverên bilind jî berf ket.
Ji tepa Çiyayê Agiriyê heta quntarên wê qadeke 3 hezar mêtreyî di binê berfê da ma.
Çil û çiyayên dorhêla bajêr jî di binê berfê da man.
Li ser tepa Çiyayê Pamukê û Çiyayên Erez ên Îdirê jî berf ket.