Li Êlihê ji malekê bi qasî 20 tonî çop hatin derxistin

Li bajarê Êlihê ji malekê bi qasî 20 tonî çop hatin derxistin.

AMED TIMES-  Li bajarê Êlihê ji malekê bi qasî 20 tonî çop hatin derxistin.

Li gorî daxuyaniya Şaredariyê, hin welatiyan agahî da ku li Taxa Ramanê li ser Kuçeya 1810an bêhneke nexweş ji malekê tê.

Şarederiyê ekîb şandin cihê navborî.

Ekîban dît ku hem di hundirê malê de û hem jî li hewşa malê çop heye.

Piştî kar û barên fermî qediyan ekîban 2 kamyon çop bi qasî 20 tonî ji malê derxistin.

Mal hat paqijkirin û dermankirin.