AMEDTIMES- Otomobîla ku M.A.D. (39) diajot li ser rêya Erzingan-Erziromê li nêzîkî Newala Sansayê li bariyerê xist.
Di qezayê de tevî şofêr G.D. (33), A.D. (1), H.D. (7), E.D. (9), M.D. (14) û B.D. (27) yên di otomobîlê de birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Bînalî Yildirimê.
Hat diyarkirin ku rewşa birîndarên ku tedawiya wan dewam dike baş e.