AMED TIMES- Li Erzînganê termen 2 karkerên din hatin dîtin.
Li navçeya Îliçê ya bajarê Erzînganê termên 2 karkerên din hatin dîtîn.
Çi bû?
Di 13ê Sibata 2024an de, li navçeya Îliçê kaneke zêran hilweşiyabû û 9 karker di bin axa bisiyanur de mabûn.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar derbarê dîtina karkeran axivî û got, “Termê 2 karkerên din jî hatine dîtîn.”
Wekî din Bayraktar anî ziman ku xebatên lêgerînê yên ji bo dîtîna 5 karkerên din jî her berdewam dikin.
5ê Nîsanê û 19ê Nîsanê jî termen 2 karkeran hatibûn dîtin
5ê Nîsanê û 19ê Nîsanê jî termên du karkeran ji bin kana hilweşiyayî hatibûn derxistin.
Niha 5 karker di bin kanê de mane û ji bo dîtina wan xebat tên kirin.