AMEDTIMES- Wesayîta bazirganiyê ya sivik a Îkram Mertdede diajot û ji navçeya Xoresanê ber bi îstiqameta Elajgira navçeya Agiriyê diçû, li ser rêbejaya Erzirom-Agiriyê wergeriya şarampolê.
Li ser îxbarê gelek tîmên tenduristî, îtfaiye û cendirmeyê sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê de tevî ajokar Mertdede, Şukran Mertdede, Ekrem Mertdede, Kesime Mertdede û Nisanur Mertdede birîndar bûn.
Tîmên tendûrîstiyê birîndaran bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên nêzîk.
Ji birîndaran Şukran Mertdede li Nexweşxaneya Dewletê ya Xoresanê digel midaxeleyê jî jiyana xwe jidest da.