Giştî

Li Erzêromê balhirgir li bariyeran qelibî

Li Erzêromê ajovanê balhirgirê ku li bariyeran qelibî jiyana xwe ji dest da

AMEDTIMES- Balhirgirê bi plaqeya 35 PL 492 ku Yavuz Kaya (47) diajot li texma Aksukapiyê li barîyeran qelibî.

Li ser agahdariyê tîmên tendirustî, îtfaiye û cendirmeyê hatin cihê bûyerê.

Tîmên tendirustiyê tesbît kir ku Kaya canê xwe ji dest daye. Termê Kaya bi mebesta otopsiyê rakirin Saziya Tibba Edlî. Barê balhirgirê ku hevrîşîm bû li ser rê belav bû.