Li Amedê jehrîbûn: Girtî û personelên girtîgehê rakirin nexweşxaneyê

Li Saziyên Înfaza Cezayê yên Kampusa Amedê gelek girtî û personel girtîgehê ji ber xwarinê jehrî bûn û wan rakirin nexweşxaneyê.

AMED TIMES- Li Saziyên Înfaza Cezayê yên Kampusa Amedê gelek girtî û personalên girtîgehê ji ber xwarinê jehrî bûn.

Li Saziyên Cezayê yên Kampusa Amedê gelek girtî û personelên girtîgehê ji ber xwarinê bi jehrê ketin.

Girtî û personelên girtîgehê jehrîbûn 

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî xwarina nîvro ya ku li Saziyên Cezayê yên Kampusa Amedê hat belavkirin, bi çend saetan şunda girtî û personelên girtîgehê nexweş ketine, medê wan lihev ketiye û vereşiyane.

Piştî bûyerê gelek ekîbên Servîsa Lezgîn ya 112 sewqî kampusê hatin kirin. 

Girtî û personelên girtîgehê jehrîketî ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyan.