Giştî

Li Îslahiyeya navçeya Dîlokê hilberîna îsota hêrayî piştgiriyê dide îstixdamê

Li Îslahiyeya navçeya Dîlokê îsota ku li qadeke bi qasî 26 hezar dekarî tê hilberîn ji hêla karkeran va li fabrîqeyan tê hêrandin û dibe îsota hêrayî.

AMEDTIMES- Piştî berhevkirina îsota tuj ji bo ku aflatoksîna wê jê çêbe tê paqijkirin. Îsota li ber tavê tê hişkkirin û li fabrîqeyan tê hêrandin û dişînin nav welêt û dervayî welêt.

Serokê Odeya Ziraetê ya Îslahiyeyê Mehmet Kose ji rojnamevanan ra got ku piranî jin di navbera 7 an 8 hezarî da kes li qadan û fabrîqeyan di karê paqijkirina îsotan da dixebitin û piştgiriyê didin budçeya malbatê.

Okkeş Koseyê ku li Îslahiyeyê xwediyê fabrîqeya îsotê ye got ku îsota ku li navçeyê tê çînin dihêrin û dikin îsota hêrayî û piştgiriyê didin aboriyê.

Okkeş got ku îsota hêrayî ji xeynî nav welêt di serî da Îngiltere û Almanya ji gelek welatên Ewropayê ra tê şandin.