Giştî

Li Japonyayê bi pleya 7.1 erdhêj çêbû, hişyariya tsûnamî hat dayîn

Li eyaleta Mîyazakî ku li başûrêrojavayê Japonyayê ye, bi pleya 7.1 erhêjek çêbû. Rayedarên Japonî ji bo deverên nêzîkî ciyê bûmelerzê, hişyariya çêbûyîna tsûnamiyê dan.

AMED TIMES - Li gor agahiyên ku Ajansa Meteorolojî ya Japonya ragihandine, li devera eyaleta Miyazakî ku li başûrêrojavayê Japonyayê ye, di demjimêr 16:43an de bi pleya 7.1 erdhêj çê bûye. 

Hatiye diyar kirin ku bûmelerz (erdhêj) 30 km di kûrahiya erdê de pêk hatiye û rayedarên Japonyayê, hişyarî daye ku li hewildoriya eyaletên Koçî û Miyazakî metirsiya tsûnamiyê heye. 

Piştî erdhêjê hin seferên trênên (şîmendîferên) lezgîn hatine rawestandin. Di der barê zirarên maddî û canî de yên di erdhêjê de; agahdarî nehatine dayîn.