Giştî

Li Meclisê kriza Can Atalay: Bi kulman û pehnan bi hev ketin….

Meclisa Tirkiyeyê(TBMM) îro ji bo Can Atalay derasayî civiyan. Di saet 14:00an de civîn dest pê kir. Serokê Chpyê Özgür Özel ji dema hat meclise dikuliya. Ahmet Şık wexta li kursiyê axivî go ‘’Şerma we tune ye’’ piştî vê gotinê tansiyona meclise rabû û navber dan civînê.

AMED TIMES –TBMM ji bo nîqaşa biryara Dadgeha Makezagonê ya Can Atalay derasayî civîya. Vekilê TIPê Ahmet Şık ji kursiyê bo vekîlên Ak Partiyê go ‘’Şerma we tune ye, heysiyeta we tune ye’’ piştî vê gotinê li meclîsê pevçûn derket.

Di navbera vekilê Akpyê Alpay Özalan û Ahmet Şık de pevçûna bi kulman derket. Gor agahiyan kulma ewil ji hêla Alpay Özalan ve hatiye avêtin.

Piştî ku pevçûn gur bû navber dan bo rûniştinê.