Giştî

Li Meletiyê cîranan hev da ber kêran: 5 birîndar

AMEDTIMES- Li Taxa Gedikê ya navçeya Çermiktiyê, cîran ji ber nûjenkirina avahiyê cîran pev çûn.

Di pevçûnê de her du aliyan bi kêran êrişî hev kir. Di encamê de kesên bi navê Z.A., Î.A. û R.A. bi kêrê û M.S. û E.S. ji ber lêdanê birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê û Nexweşxaneya Dewletê ya Battalgaziyê. Gumanbarê êrişê E.S. ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin. Her wiha hat zanîn ji birîndaran rewşa Z.A. giran e.