Giştî

Li Meletiyê erd hejiya

Li navçeya Arxayê ya Meletiya Bakurê Kurdistanê erdhejek çêbû.

AMEDTIMES- Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku hêza erdhejê 4,0 bûye.

Li gorî agahiyên AFADê, erdhejê saet 12:02yan rû daye û kûrahiya wê 10,31 kîlometre bûye.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşa Bakurê Kurdistanê rojane erdhejên paşekî çêdibin.

Doh jî li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha ya Bakurê Kurdistanê erd hejiyabû.