Li Mêrdîn û Amedê şewat heta sibehê berdewam kir

Duh bi şev agir bi gundên bi ser navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê ket. Bîlançoya giran a şewatê şevaqê derket holê.

AMED - Duh bi şev agir bi gundên bi ser navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê ket.

Ji ber agira ku bi bayê re di demeke kurt li gelek qadan belav bû heta sibehê berdewam kir.   

Li gor Şaredariya Bajarê Mezin di agir de 8 kesan canê xwe ji dest daye, 24 kes jî birîndar bûne. Lê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê dibêje di şewata duh bi şev de 5 kes canê xwe ji dest dane, 44 kes jî birîndar bûne.

'Agir ji ber têlên ceyranê derketiye'

Ewilî agir bi gundê Tobinî yê bi ser navçeya Çinarê ve dikeve û şewat ji vir belavî ser gundên dibe. Jinek ji gund ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku agir êvarê saet li derdora 21.00'an derketiye û agir ji ber têlên ceyranê ku li hev ketine derketiye. Şahida bûyerê jina ku nexwest navê xwe bide da zanîn ku bi hatina bayê re agir bi lez û bez li herêmê belav bûye.