Li Mêrdînê çûnûhatin ji sedî 41 hatiye bûhakirin

Li bajarê Mêrdînê bihayê çûnûhatinê ya nav bajêr ji sedî 41 hatiye zêdekirin.

Amed- Hat ragihandin ku piştî bihabûna mazot û benzînê biryara zêdekirina bihayê çûnûhatinê hatiye dayîn.

Piştî wê biryarê li nav bajêr karta ku bi 10 lîreyan bû 14 lire û ya xwendekaran jî ji 6,5an derkret 9 lîreyan. Her wiha siwarbûna bêkart jî ji 15 lîreyan derketiye 21 lîreyan. 

Li gel vê yekê bihayê çûnûhatina navçeyan jî bi heman rêjeyê hatiye zêdekirin. 

Bi vê bihakirinê re ji Hezîrana 2023yan heta niha ev cara sêyemîn e ku çûnûhatin tê bihakirin.