Giştî

Li Mêrdînê gavek ewil: Amaliyata tumora gurçikan bi awayekî girtî kirin

Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê cara ewil bi rêbeza laparoskopikê ameliyata tumora gurcikan kirin.

AMED TIMES – Halime Altürk a 74 salî Şirnakî ji ber êşa kêleka çepê çû nexweşxaneyê piştî tetkîkan li ser gurçika tumoreke 4 cm hatiye dîtin. Ji Altürkê re gotin ku wê bigrin ameliyatê û bi rêbeza  laparoskopikê tenê tumor tê girtin û tu zerar nagêhe gurçikê.

Piştî ku Altürk go erê, pisporê Urolojiyê Dr. Ferhat Çelikaleli û ji Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Dr. Öğr. Üyesi Süleyman Sağır ketin ameliyata girtî. Ev rêbaz li herêmê cara ewil tê karanîn, bi vê rêbazê êdî zeraar nagêhe cihên xweş yê gurçikê û xweşbûna nexwaşan jî dê zûtir bibe.

 “Ev ameliyata ku bi rêbaza girtî hatiye kirin li Mêrdînê cara ewil e’’

Dr. Öğr. Üyesi Süleyman Sağır ku ketiye ameliyatê got ku nexweş ewilî bi şîkayeta êşa kêleka hela çepê hatiye, piştî tetkîkan tumor hatiye tespîtkirin. . Sağır got ku ‘’Me nexweşa xwe re behsa rêbeza ameliyatê kir. Me got em bi rêbaza girtî ameliyatê bikin. Ev rêbaza girtî ya ameliyatê li Mêrdînê cara ewil tê kirin. Nexweşa me hemû rîskan qrbûl kir û werê ket ameliyatê.Ameliyata wê gelekî serkeftî derbas bû. Ji herêmê gelek nexweş serî lê didin, ji îro şûve em ê hemû nexweşên xwe bi vê rêbazê ameliyat bikin.

“Bi rêbaza girtî berî girtina penceşêra gurçikan zede bû’’

Dr. Ferhat Çelikkaleli yê pisporê Urolojiyê got ku bi zêdebûna tetkîkên ultrasyon û tomografiyan êdî dikarin zûtir berîyê kitleyên gurçikan bigrin. Li wê nexweşê jî tumorek 4 cm hatiye tespîtkirin. Dr. Çelikkaleli got ku: ‘’Zêdebûna amurên teknolojik bi berî lêgirtina penceşêra gurçikan jî bi rêbeza ameliya girtî zêdebû. Cara ewil li nexweşxaneya me de cerrahiya tumorê ya parastina gurçikê hat kirin. Armanca me li vir tene li cihê ku tumor heye ameliyatê bikin cihên xweş yê gurçikê jî biparêzên û tu ziyanê negihînin cihê xweş. Nexweşa me jî piştî ameliyatê got ku êşa wê kêm bûye û cihê birînê jî biçûk bûye û ji bo nexweşan zûtir bişînin malê jî ev rêbaz baş e.’’

 “Ev Ameliyat pi kêm tê kirin”

Dr. Çelikkaleli got ku ‘’Ji bo ku em vê ameliyatê bikin hewcedariya me bi amurên giring hebû. Ji bo temînkirina cîhazan me ji tîm îdarî re, ji tîma amelîyatxaneyê re û tîma servîsê re spasiya xwe peşkeş dikim. Îro roja duyem ya ameliyatê ye, em dil dikin ku sibe nexweşa xwe bişînin malê. Ameliyateke pir nadîr e. Baş e ku li Mêrdînê çêbû ev ameliyat û hela din ve jî êdî nexweş rehettir ameliyat bibin zûtir herin mala xwe û gurçik jî zede deforme nabe. Nexweşên Mêrdînê û yên herêmê dikarin serî li nexweşxaneya me bidin. Em xwediyê têr ekipman û têr hêzê ne.