Giştî

Li Mêrdînê qeza: 7 birîndar

Li Mêrdînê mînîbûs û kamyonet li hev qelibîn di encamê de 7 kes birîndar bû.

AMED TIMES-  Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin li ser rêya Mîdyad-Hezexê mînîbûsa bi plakaya 59 PZ646 û kamyoneta 34 SE 0741 li hev qelibîn di encama qezayê de 7 kes birîndar bûn.

112 banga lezgînî li ser agahdarkirinê cenderme, îtfaîye û tîmên tendûrîstiyê sewqî cihê bûyerê kirin.

Ew 7 kesên navên wan E.B., B.B., J.B., M.G., A. Ö., N.F., S.E. ne ku di qezayê de birîndar bûn piştî tedawiya ewil ya tîmên tendûrîstiyê rakirin nexweşxaneyan.