Li Mêrdînê şewateke din

Piştî şewata duh a li Şemrex û Çinarê, vê êvarê li Mêrdînê şewatek din dest pê kir.

AMED TIMES -Piştî şewata duh a li Şemrex û Çinarê, vê êvarê li Mêrdînê şewatek din dest pê kir.

Li gundên Alûca û Zeytûna yên Rişmila Mêrdinê vê êvarê şewat derket. Şewat di kurtedemê de li gundên Xirbê Qabla û Qurdîsê yên Artûklûyê jî belav bûn. Gelê wir bi derfetên xwe li hemberî agir ber xwe didin û banga piştgiriyê dikin.