Giştî

Li Mêrdînê Sûka Suryaniyan a dîrokî ya 400 salî bo turîzmê tê restorekirin

Li Kerborana navçeya Mêrdînê, Sûka Suryaniyan a dîrokî ya 400 salî seba turîzmê tê restorekirin.

AMEDTIMES- Şaredariya Kerboranê û Rêveberiya Rolove û Bîrdariyan a Amedê ji bo restorasyona Sûka Suryaniyan a dîrokî "Projeya Nûkirina Sûka Dîrokî" amade kir û proje li ber kutabûnê ye. Sûk li ser Kolana Sefayê ye û tê da 65 dikan hene.

Rêveberê Çand û Turîzmê yê Bajêr Ayhan Gok li Sûka Suryaniyan a dîrokî geriya û xebatên restorasyonê di cî da dît.

Gok diyar kir ku 65 dikanên sûka 400 salî a li navçeya Kerboranê tên temîr û restorekirin.

Gok daxuyand, ew plan dikin ku di nav 2 hefteyan da ew xebatan kuta bikin û dikanan teslîmî welatiyan bikin