Giştî

Li Mêrdînê termek hat dîtin ku bi çek hatiye kuştin

Li navçeya Nîsêbînê ya Mêrdînê termê welatiyekî bi navê Ferit Atay(45) li keviya rê hat dîtin, Atay bi çek hatiye kuştin.

AMED TIMES – Bûyer doh bi şev li taxa Çağlarê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê pêk hatiye. Welatî li keviya rê yekî dibinin û agahiya 112 Banga Lezgîn dikin li ser agahiyê tîmên cendermeyan û ya tendûristiyê sewqî cihê bûyerê dibin. Piştî lêkolînê diyar dibe ku terme ku hatiye dîtin welatiyekî bi navê Ferit Atay e û bi çek hatiye kuştin. Termê Atay ji bo otopsiye rakirin nexweşxaneyê. Derheqê bûyerê de lêpirsîn dewam dike.