AMED TIMES- Li bajarê Mereşê li kargeha boyaxê teqînek çêbû, di teqînê de 3 karker birîndar bûn.
Sedema teqînê diyar nebûye û hinek beşên kargehê ji ber teqînê herîfîne.
Piştî vê rûdanê, tîmên parastinê yên sivîl, AFAD, polîs û tîmên tenduristiyê çûn kargehê û birîndar veguhastin nexweşxaneyên li derdorê.
Tîman ji ber egere ku hinek karker di binê kavilan de mabin xebatên lêgerînê kirin lê derket holê ku kes di binê kavilan de nîne.