Giştî

Li Qersê debara ji bo zivistanê ya ajalan di şewatê de bû rijik

Ji bo midaxeleya şewata ku bi tesîra bayê belav bû, ji Sariqamîş, Selîm û Qersê ekîbên îtfaiyeyê û her wiha arazoza Saziya Daristana Sariqamîşê hatin sewqkirin.

Li Qamûşa navçeya Qersê, agirê ku bi balyeyên giha û kayê yên li ber malekê ket, ji hêla tîmên îtfaîyeyê hat temirandin.

Li gundê Elesofıyê agir bi balyeyên gîha û kayê yên li ber mala Recep Ejder ket.

Gundiyan midaxeleyî şewatê kir, lêbelê ji ber ku nikaribûn bitemirînin ji îtfaiyeyê alîkarî xwestin.

Ji bo midaxeleya şewata ku bi tesîra bayê belav bû, ji Qamûş, Selîm û Qersê tîmên  îtfaiyeyê û her wiha arazoza Saziya Daristana Qamûşê hatin sewqkirin.

Şewata ku pekiya hin çaviyên malê jî bi zehmetî hat temirandin.

Di şewatê de her wiha beşeke mezin a debara ji bo zivistanê ya ajalan jî bû rijik.