AMED TIMES - Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand, ji ber bûyerên şeva borî yên li Qeyseriyê 67 kes hatine desteserkirin.
Li Qeyseriyê kesekî ji Sûriyeyê destdirêjî li zarokeke 5 salî ya Sûriyeyî kiriye. Piştî ku bûyer hat bihîstin, gelek kes kom bûn. Girseya hêrsbûyî xanî, dikan û otomobîlên Sûriyeyiyan şewitandın.
“67 kes hatin desteserkirin”
Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û got:
“Şeva borî demjimêrên êvarê li Qeyseriyê welatiyê Sûriyeyê I.A. destdirêjî li keçeke mirovê xwe ya ji Sûriyeyê kir. Ew kes ji aliyê welatiyên li wê derê ve hat girtin û radestî hêzên ewlehiyê hat kirin.
Derbarê bûyerê demildest dest bi lêpirsînê hat kirin lê piştre welatiyên me li vê herêmê kom bûn.
Bi helwesteke li dijî nirxên me yên mirovî û bi awayekî neyasayî tevgeriyan û wan zerar da mal, kargeh û otomobîlên welatiyên Sûriyeyê.
Di encama midaxeleya hêzên ewlehiyê de 67 kes hatin desteserkirin. Qerebalixiya ku kom bûbû piştî demjimêr 02:00yan belav bû.”