Giştî

Li Rihayê zarokê ku ket çala foseptîkê canê xwe ji dest da

Li Sêwrega navçeya Rihayê zarokê ku ket çala foseptîkê canê xwe ji dest da.

AMEDTIMES- Serhat Irmakê (3) li hewşa mala xwe ya li Taxa Sumakliyê ket çala 1,5 metroyî kûr a ku ji bo qelenelîzasyonê hatibû kolan. Xizmên zarokê yên ku piştî demekê haya wan jê çêbû xeber dana Navenda Banga Acil a 112ê. Zarokê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê tevî hemî midaxeleyan nehat rizgarkirin.