Giştî

Li Sariqamîşê îsal darên fêkiyan bi ber û bereket in

Li Sariqamîşa navçeya Qersê îsal darên fêkiyan bi ber û bereket in.

AMEDTIMES- Li navçeyê di meha hezîran û tîrmehê de baran barî û cotkaran di meha tebaxê da dest bi komkirina sêv û elûceyan kir.

Li herêmê hin hilberîner fêkiyan difroşin esnafên li hala bajêr hinek jî têra malbata xwe vediqetînin û yên mayî li ser rêbeja û li bazaran difroşin.

Serokê Odeya Ziraetê ya Sariqamîşê Nesîm Gok daxuyand ku îsal darên fêkiyan bi bereket in û fêkî pir in.

Nazim Oncuyê hilberînerê fêkiyan jî got wan dest bi berhevkirina fêkiyan kiriye, ji darekê 20 kase elûce kom kirine û bang li xwedî ereziyan kir ku darên fêkiyan biçikînin.