Giştî

Li ser rêya Wan-Erdîşê qeza: 2 kes jiyana xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar in

Li ser rêya Wan-Erdîşê qezaya trafîkê pêk hat, di qezayê de 2 kes jiyyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar in.

AMED TIMES – Gor agahiyên ku hatine bidestxistin li ser rêya Wan-Erdîşê ya 60kmyê de qeza pêk hat. Navê ajovanan nediyar in lê otomobîla bi marqaya Hyundai Accent û plakaya wê jî 34 KEB 71 li otomobîla marqaya Chery ya plaka wê jî 65 ACJ 420 bû li hev qelibîn, li cihê bûyerê 2 kes jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahiya xelkê; ambulans, cendirme, tîma Muradiyeyê ya Îtfaîyeyê û Tîma Xilaskirina Medikal ya Netewî(UMKE) çûn cihê bûyerê. Polîs û cendirme ji bo ku qezayên din çênebin ewlehiya rê girtin û birîndar jî bi ambulansê rakirin nexweşxaneyan. Trafîk jî ji şeritekê dewam kir. Termên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û otomobîlên wan ji cihê bûyerê hat rakirin.