AMED TIMES- Li navçeya Dihê ya bajarê Sêrtê, doh patpatek (wekî traktoreke biçûk e) qulibî.
Qezayê li gundê Salpanayê rû da, ajokarê patpatê Ahmet K. mir û Mehmet Saît D.yê ku li patpatê siwar bû jî birîndar bû.
Piştî qezayê, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Mehmet Saît D. rakir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê û tedawiya wî berdewam dike