Li Wanê 94 kîlo zêrên qaçax hatin desteserkirin

Gerînendehiya Ewlekariya Wanê ragihand ku, di encama operasyona li dijî qaçaxçîtiyê de, 94 kîlo zêrên qaçax hatine bidestxistin.

AMED TIMES- Li Wanê 94 kîlo zêrên qaçax hatin desteserkirin. 

Gerînendehiya Ewlekariya Wanê ragihandin ku, di encama operasyona li dijî qaçaxçîtiyê de, 94 kîlo zêrên qaçax hatine bidestxistin. 

Ji bo 34 kesan pêvajoya yasayî hatiye destpêkirin 

Gerînendehiya Ewlekariyê da zanîn, xebatên wan ên dijî qaçaxçîtiyê berdewam in û di vê çarçoveyê de 94 kîlo zêrên qaçax, 2190 pakêt cixare, 72 cixareyê elektronîk, 85 amûrên şehneyê, 21 berguhk, 4 telefonên mobayl, 4 sîmkart, 1 flashkart hatine bidestxistin. 

Li gorî dane yên Gerînendehiya Ewlekariyê, di encama 5 bûyeran de, ji bo 34 kesan pêvajoya yasayî hatiye destpêkirin.