AMED TIMES- Li Xarpêtê termê mêrekî di Bendava Karakayayê de hat dîtin.
Li gor agahiyan, şevê din li navçeya Kebanê li nêzîkî gundê Zirkê Şêxemir, kesên li gola bendava ku li ser Çemê Feratê hatiye çêkirin masî digirtin termê mêrekî dîtiye.
Tîmên tenduristiyê, AFAD û cendirme çûn cihê bûyerê. Li gorî lêkolînên destpêkê hatiye zanîn ku term ê kesê bi navê Adem Gundogdu yê 60 salî ye.
Tîmên tenduristiyê termê Adem Gundogdu ji bo kar û barên otopsiyê veguhast morga Nexweşxaneya Zanîngeha Feratê.
Derheqê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.