Giştî

Li Xeta Xezeyê asta 2yemîn a derzîlêdanê ya felca zarokan îro dest pê dike

Wezareta Tenduristiya Filistînê ya li Xeta Xezeyê ragihand derzîlêdanê ya felca zarokan ku 31ê tebaxê dest pê kiribû, asta wê ya 2yemîn wê îro dest pê bike û dê bajarên Xan Yûnis û Refahê yên li başûrê Xeta Xezeyê vegire.

AMEDTIMES- Di daxuyaniya Wezaretê da hat destnîşankirin ku asta yekemîn a derzîlêdana felca zarokan bi derzîlêdana 189 hezar û 551 zarokî duhê qediyabû.

Di daxuyaniyê da tekezî hat kirin ku asta yekem li beşên navendî yên Xeta Xezeyê birêva çû û hat destnîşankirin ku di çarçoveya kampanyayê da li 4 navendên tenduristiyê yên cuda yên li vê herêmê dê derzîlêdan bidome.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ewê asta duyemîn a derzîlêdana felca zarokan îro dest pê bike û dê kampanya bajarên Xan Yûnis û Refahê vegire.

Nûnerê Filistînê yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Rik Peeperkorn ragihand ku kampanyaya derzîlêdana felcê wê di "2 qonaxan" da be.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihandibû ku di 16ê tebaxê da li Xeta Xezeyê yekem bûyera felcê hat dîtin.